Meclîs fenanî Lijneya Sansurê dixebite

Meclîs pirsname, lêkolîn û pêşniyaznameyên ku parlementer û komên partiyên siyasî didin, fenanî lijneya sansurê li ser wan disekine.

Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş bi pirsnameyekê ev tişt anî rojeva meclîsê û bal kişand ser vî tiştî ku rayeya kontrolkirinê ya parlementeran ji aliyê Serokatiya Meclîsê ji 1’ê Mijdara 2015’an û vir ve bi awayê fîlî tê qedexekirin.

Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş bi pirsnameya ku da meclîsê bal kişand ser vî tiştî ku pirsname û pêşniyaznameyên ku parlementer didin meclîsê bi sedema ku li dijî rêziknameya navxweyî ye, tê îadekirin.

Beşdaş bi pirsnameyê, pirsên “Hûn çima dibin asteng ku hikumet were kontrolkirin? Serokê Meclîsê çima bêalî tevnagere, ji bo mafê muxalefetiyê were pêkanîn hûn ê tevdîran bistînin ku hemû parlementer di şertên wekî hev de bin” û gelek pirsên din pirsî.

Wekîlê Serokê Meclîsê Ahmet Aydin bersiv da vê pirsnameyê û got, “Pirs, pirsname û pêşniyaznameyên tên kirin, li gorî destûra bingehîn û rêziknameya navxweyî ya meclîsê tê nirxaNdin û li gorî wê tê qebûlkirin an jî li xwediyan tê vegerandin.”

HDP TÊ ASTENGKIRIN

Bi sedan pirsname û pêşniyaznameyên HDP’ê hatin astengkirin. Ji 1’ê Mijdara 2016’an û heta niha 18 pêşniyazên qanûnan, 30 pirsnameyên bi devkî, 1.421 pirsnameyên nivîskî, 109 pêşniyaznameyên lêkolînê ya meclîsê ji aliyê serokê meclîsê li xwediyên xwe hatine vegerandin.

Ji nav 1.421 pirsnameyan 746 heb ê parlementerên HDP’ê ye, 593 yên CHP, 66 yên MHP û 16 jî yên parlementerên serbixwe ne. Ji nav 109 pêşniyaznameyên lêkolînê yên meclîsê 100 heb jê yên koma HDP’ê ye.