'Me soz dane rêheval Paramaz!'

'Me soz dane rêheval Paramaz!'

Nejad Agirnasli yê YPG’î (Paramaz) di 7’ê Cotmehê li girê Miştenûr di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Mazlum Kobanê yê ku bi wî re li heman mewziyê bû ew dem vegot. Mazlum Kobanê, diyar kir ku wan soza azadkirina Kobanê dane Agirnasli û ew dixwazin vê mizginiyê bidin wî.

Mîlîtanê MLKP’ê Nejat Agirnasli ku bû sembola hevpar a gelan û piştevaniya berxwedana Kobanê, ji aliyê hevalê xwe Mazlum Kobanê ve hate vegotin.

JI BO GIRÊ MIŞTENÛR BÛ DILDAR

Mazlum Kobanê diyar kir ku bi Paramaz re li kampên perwerdeyê yên li Girê Îzae hevdu din nas kirine, li vir bi hev re perwerde dîtine û got ku piştre jî ji koma ku fermandarî dikir re Paramaz jî hebû. Mazlum Kobanê anî ziman ku di serê meha Cotmehê de piştî ku pevçûnên li Girê Miştenûr zêde bûne, gazî wan kirine ku biçin wir û wiha got: “Di nava van de ez jî hebûm. Mîn û hevalên Paramaz xwest bi dildarî biçin Girê Miştenûr.  Hevalan ev qebûl nekir. Me israr kir. Di 3’ê Cotmehê de li Miştenûr pevçûnan destpê kir. Ez û hevalê Paramaz li heman mewziyê diman. Demekê ez çûm cihên ku pevçûn lê zêde bûn, mewziyên pêş. Min ji hevalê Paramaz re got ku mewziya xwe terk neke û li wir bimîne. Dema ez li mewziya pêş bûm, min dît ku hevalê Paramaz ji bo hevaleke jin a birîndar bibû bigire ji mewziya xwe derketiye. Min jêre got bisekine. Min got, ez ê wê hevalê bigirim, ti li pişt min parastinê bike. Qebûl kir. Me hevala jin bi hev re derxist. Em gihiştin cem hevalan. Piştre dema em vegeriyan mewziyên xwe hevalê Paramaz ji zikê xwe birîndar bû.”

CARA YEKEM BI KURDÎ AXIVÎ

Mazlum Kobanê bi lêv kir ku hevalê Paramaz dema birîndar bûye, yekem car Kurdî axiviye û wiha pêde çû: “Got; Mazlum alîkariya min bike. Min jî jêre got, xwe li erdê dirêj bike, qet guleyan bernede. Pevçûn gelek dijwar bû. Ez hema nikarîbûmm biçim cem wî. 15-20 deqe şûnde çûm cem wî. Ez çûm cem wî, xwêdan dabû. Min ew da ser milê xwe.  Min ew dibir eniya dawî ku birîndar dibirin wir. Ez rabûm ser piyan, lê gule dîsa li hevalê Paramaz ket. Min ew gihand cem hevalan.”

PAŞÊ BI ŞEHADETA WÎ HESIYAM

Kobanê wiha berdewam kir: “Min hevalê Paramaz danî û ez vegeriyam mewziya xwe. Di vê dorê de ez jî tevizîbûm. Hevala got ku guleya li hevalê Paramaz ketiye, ketiye milê te jî. Piştî demekê ez ji ser hişê xwe çûm û dema min çavên xwe vekir ez li nexweşxaneyê bûm. Min heval Paramaz meraq dikir. Hevalan got birîndar e. Ez li nexweşxaneyê bûm, min bihîst ku hevalekî birîndar şehîd ketiye. 

Agahiya şehadeta hevalê Paramaz, ji bo min agahiya herî giran bû. Ez gelek xemgîn bûn. Me rojên xweş derbas kir. Di perwerdeya leşkerî de hevaltiyek mînak nîşan da. Hevalekî xwîngerm bû. Henek dikir. Bi hevalan re eleqedar dibû.  Herî girîng jî mutewazî bû. Gerîlayekî rast bû.”

SOZA ME JI BO PARAMAZ HEYE

Mazlum Kobanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Paramaz biratiya gelan temsîl dike. Di şexsê heval Paramaz de berxwedana Kobanê û Miştenurê, bû sembola berxwedana gelê Kurd, Tirk û yên din. Me jî soz da hevalê Paramaz û hemû hevalên din. Em ê mizgirniya azadiya Kobanê bidin hemû şehîdên xwe.”