Mathlouthî: Qedexekirina hunerê nayê qebûlkirin!

Hunermenda Tûnisî Emel Mathlouthî ya ku di pîrozbahiya Newroza Yenîkapiyê de ji ber astengiya polîsan û biryara kêfî ya walîtiyê nikarîbû derkeve ser dikê got, "Her ziman û çand dewlemendiyek e. Qedexe kirin an jî astengkirina hunerê nayê qebûlkirin."

QEDEXEYA HUNERÊ

Hunermenda Tûnisî Emel Mathlouthî ya ku weke mêvana Komîteya Newrozê hat Tirkiyeyê, di dema pîrozbahiya Newrozê ya li Yenîkapiyê de ji ber biryara kêfî ya Walîtiya Stenbolê nikarîbû derkeve ser dikê. Mathlouthî ya ku li hember bûyerên hatine jiyîn xemgîn û matmayî bûye, ji ANF’ê re axivî.

'EZ BÛM EVÎNDARÊ MUZÎKA KURDÎ!'

Mahthouthî, diyar kir ku ew cara yekem e tê Tirkiyeyê û rastî astengiyek wiha tê û wiha got, “Min pir dixwest di Newroza Stenbolê de ligel hunermendên Kurd stranên Kurdî bibêjim. Ji ber ku ez gelek ji muzîk û çanda Kurdî hez dikim. Lê mixabin ez rastî gelek astangiyan hatim. Ev yek min gelek xemgîn kir.”

Mahthouthî, anî ziman ku çi li Tirkiye be û çi jî li Romanyayê be ew her tim ewilî konsera xwe ji bo Kurdan daye û wiha domand, “Bi stranên Aynûr Dogan re min muzîka Kurdî nas kir. Wê demê ez hem bûm hevîndarê çanda Kurdan hem jî bûm evîndara muzîka wan. Çandek pir dewlemend e û ez hêvî dikim ku rojekê em ê bi hev re pîroz bikin.” 

'HER ZIMAN Û ÇAND DEWLEMENDIYEK E'

Mahthouthî, da xuyakirin ku li Tirkiyeyê bi salan e ziman û muzîka Kurd tê înkar kirin, konser tên qedexekirin û weke zimanek nayê naskirin tê pênasekirin û got ku ev rewş nayê qebûlkirin. Mahthouthî bi bîr xist ku her ziman û çand dewlemendiyek e û wiha berdewam kir, “Çand di bingeha xwe de xwedî rola pêkhêner e. Muzîk, çand û huner xwedî faktora mirovan anîna ba hev e. Çand, muzîk û huner tiştên herî xurt in ku em dikarin li pey xwe bihêlin. Qedexekirin an jî astengkirina hunerê nayê qebûlkirin.

'MAFÊ HER KESÎ HEYE KU XWE BI ZIMANÊ XWE ÎFADE BIKE!'

Mafê her kesî heye ku bi zimanê xwe an jî bi zimanê ku dixwaze biaxive û xwe îfade bike. Her zimanek dewlemendiya xwe heye. Mînak, Kurdî û Tirkî du zimanên cuda ne. Dema ez muzîka her du zimanan guhdarî dikim, yekser guherîna rîtm û kalîteyê hîs dikim. Kurdî zimanekî pir muzîkal e û zimanekî ku pir bandor li min kiriye. Min nekarî di Newroza Stenbolê de bi Kurdî bistrêm, lê ez ê di 21’ê Adarê de li Amedê derkevim ser dikê û bistrêm."