Malpera Meclîsê ya ku bi 8 zimanan weşanê dike cih nade Kurdî

HDP’ê, cih nedana Kurdî ya di malpera înternetê ya Meclîsa Tirkiyeyê de bire rojevê.

Malpera Meclîsa Tirkiyeyê ya ku bi Îngilîzî, Fransî, Erebî, Îspanyolî, Rûsî û Çînî ji di nav de bi 8 zimana weşanê dike, zimanê Kudî yê ku nêzî 20 milyon mirov bikar tîne di malpera înternetê ya Meclîsê de nayê bikaranîn.

Parlemeterê HDP’ê yê Amedê Altan Tan di pêşniyarpirsa pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kirî de, bal kişand ku malpara înternetê ya Meclîsê ku bi 8 zimanan weşanê dike, li ser pirsa ji bo Kurdî di malpara Meclîsê de bê bikaranîn, xebatek tê meşandin an ne, Serokwekîlê Meclîsê Ahemt Aydin got: “Ti xebatek ji bo zimanekî nû li vebijrêka ziman a malpara înternetê ya TBMM’ê nayê kirin.”