Malbatê ji bo dîtina Ocalan serlêdan kir
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir.
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan ji bo pêkanîna hevdîtinê bi rêya parêzerên xwe serî li dozgeriyê dan.
Mehmet Ocalan ji 11'ê Îlona 2016'an û vir ve yekemcar 12'ê Çileyê çûbû Îmraliyê.
SERLÊDANA CARA 794'AN NEHAT QEBÛLKIRIN
Parêzerên Ocalan Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Nevroz Ûysal û Cengîz Yureklî ji bo dîtina muwekîlê xwe cara 794'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, lê serlêdana wan hatibû redkirin.