Malbata Gun ê nexweş û girtî ji nexweşxanê derxistin

Malbata Hasîp Gun ê nexweşê girtî ku li nexweşxaneyê hate emelyatkirin û li bi ranzeyê li ser hate kelepçekirin ji nexweşxaneyê derxistin derve.

Hasîp Gun ê nexweşê girtî ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 3 Şakran a Îzmîrê piştî ku kirîza dil derbas kir û rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Çîglî hate emelyatkirin û şûnde bi ranzayê li ser diraze hate kelepçekirin. Endamên malbatê yên ku rê nehate dayîn ku bibînin, bi hêviya ku ji bo bibînin li korîdora eywanê ku Gun lê dimîne rawestiyan.

Îro jî ji bo dîtinê malbata Gun li korîdora eywanê rawestiyabûn, li rastî tiştekî ku qet ne li bendê bûn hatin. Jendermeyên girtîgehê bi awayekî kêfî endamên malbatê yên ku rawestiyabûn diyar kirin ku hûn nikarin rawestin, aloziyeke dem kurt rû da. Li ser vê personelên nexweşxaneyê malbat derxistin derve.

Hevjîna Gun Medîne Gun anî ziman ku diyar kirin ku rê nedan li baxçeyê nexweşxaneyê jî rawestin, her wiha serlêdan ji bo dozgeriyê jî kiribûn dîsa hate redkirin.