BI DÎMEN

MAK’ê li dijî qeyûman çalakî lidar xistin

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK), diyar kir ku li dijî polîtîkaya qeyûman a dewleta Tirk û êrîşên siyasî û dagirkeriyê, li Gever û Nisêbînê çalakî li dar xistine.

Milîsên Azadiya Kurdistan (MAK) çalakiyên ku li Gever û Nisêbînê lidar xistine wiha rêz kir:

"Milîsên me di 3'yê Hezîranê danê êvarê saet derdorî 22:30'an de li Taxa Ormanê ya Geverê li dijî desteserkirina îradeya gel daketin qadan û bi leşkerên dewleta Tirk ên dagirker re şer kirin. Milîsên me li dijî polîsên faşîst ên bi barbarî bi bombeyên gazê û maşînên zirxî êrîşê çalakiyên girseyî yên rewa yên gel dikin, bi teqemeniyên bi destçêkirî, molotof û fîşekên hewayî bersiv dan. Milîsên me heta derengiya şevê li hemberî polîsên Tirk ên dagirker li taxa Ormanê li ber xwe dan û desteserkirina îradeyê şermezar kirin. Di encama çalakiyên me de wesayîtên zirxî yên aîdî polîsên faşîst hatin derbkirin û ji qadê dûr ketin.

Milîsên me di 2'yê Hezîranê danê êvarê saet derdorî 22:00'an de li dijî markêta BÎM’ê ya li ser cadeya Sakaryaya ya Nisêbînê çalakiya protestoyê li dar xistin. Milîsên me li dijî marketên ku xizmetê ji hêza faşîst re dikin, bi molotof, fîşekên hewayî û bombeyên destçêkirî çalakî pêk anîn. Her saziyeke ku xizmetê ji desthilatdariya faşîst û aboriya wê re bike, wê nikaribe li Kurdistanê bijî. Di encama çalakiyê de market şewitî."

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, "Divê gelê me bizanibe ku eger îro li Colemêrg li hember desteserkirina îradeyê bêdeng bimîne, ev rejîma dest bi xwîn wê hemû destketî û şaredariyên me bike hedef. Li dijî vê darbeya siyasî û diziyê divê gelê me berxwedaneke bêhempa bide meşandin û îradeya xwe ya siyasî biparêze.

Bi van çalakiyên ku me weke Milîsên MAK'ê pêk anîn re, li dijî qeyûm û dewletên çete yên li Kurdistanê, me dengê bilind kir. Em ê bi hemû hêza xwe ya rêxistinbûyî li dijî faşîzm û dagirkeriyê li ber xwe bidin û îradeya azadiyê ya gelê xwe biparêzin. Gelê me yê ji bo azadiyê li ber xwe dide wê qezenç bike û AKP-MHP û zîhniyeta qeyûm wê winda bike."