Mahîr Çayan û hevalên xwe hatin bibîranîn

Di salvegera Qetlîama Kizildereyê de, Serokê THKP-C'yê Mahîr Çayan û hevrêyên wî hatin bibîranîn.

Hêzên ked û demokrasiyê yên Enqereyê, ji bo bibîranîna Serokê Eniya Partiya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKP-C) Mahîr Çayan û hevalên wî, li Goristana Karşiyakayê hatin ba hev. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Gel a Komarê (CHP), Partiya Çepgir a Kesk, Hêzên Têkoşer ên Yekbûyî (BMG), pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, Federasyona Şoreşgerên 78’yî û gelek rêxistinên ciwanan tev li çalakiya bibîranînê bûn.

Serdan li gora Mahîr Çayan û ya Ûlaş Bardakçi ku pêşengekê THKP-C’yê ye, hat kirin. Di çalakiyê de kesên li Kizildereyê jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn. Di bîranînê de bêyî navber dirûşmeyên “Mahîr, Huseyîn, Ûlaş, heta bi rizgariya şer“ û “Kizildere ne dawî ye, şer berdewam e“ hatin berzkirin û pankartên li ser “Meşa di rêya wan de, wê heta bi serkeftinê berdewam be“ û “Soza me ya ji bo wan wê şoreş be“ nivîsandî, hatin vekirin.

Di bibîranînê de gelek nûnerên saziyan, Mahîr û hevalên wî bi bîr anîn, Zarîfe Çamalan ku li ser navê BMG’ê axivî, got: “Wan, haveynê têkoşîna yekbûyî û piştevaniya şoreşger ji me re hişt, BMG, wê heta bi hatina şoreş û sosyalîzmê li vê mîrateyê dewam bike.“

RÎZE

Di salvegera 51’emîn a Qetlîama Kizildereyê de, Cîhan Alptekîn ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Oce yê navçeya Ardeşen a Rîzeyê li ser gora xwe hat bibîranîn. Malbata Alptekîn, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes li bibîranînê bûn. Bibîranîn, bi rêzgirtinê dest pê bû. Dirûşmeyên “Mirin ji bo faşîzmê, rêya yekane şoreş e“ û “Rizgarî bi şoreşê ye, rizgarî bi sosyalîzmê ye“ hatin berzkirin.

Şaredarê Findikliyê Ercument Şahîn Çervatoglû ku di bibîranînê de axivî, got ku Cîhan Alptekîn û şoreşgeran tu car serî li ber emperyalîzm û faşîzmê ser xwar nekiriye û diyar kir ku ew bi rêya wan de diçin.

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ

Nûnerê Malên Gel ê Hopayê Kamîl Ûstabaş jî destnîşan kir ku şoreşgeran li dijî faşîzmê xeta têkoşîna ji wan re hiştiye û ji bo rojanekirina têkoşîna wan divê mirov çîna karkeran bi rêxistin bike û wiha axivî: “Bibîranîna Mahîr û Cîhanan, di Newrozê de xwedî derketina li berxwedana Kurdan e. Geşkirina têkoşîna berxwedanê ya gelên Tirkiyeyê ye.“

MÊRSÎN

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mêrsînê jî ji bo Mahîr Çayan û hevalên wî, li Parka Zarokan a Ozgurê, çalakiya bîranînê li dar xist. Di bîranînê de pankarta li ser "Ji 1972’yan li Kizildereyê heta bi 2023’yan ev dirok a me ye!" nivîsandî, hat vekirin.

Di bibîranînê de Serokê Komeleya 78'an a Mêrsînê Hasan Kapikiran axivî. Kapikiran diyar kir ku di ser Komkujiya Kizildereyê re 51 sal derbas bûne û got: “Em 10 hevalên şoreşger ên di Komkujiya Kizildereyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî, hezkirin û hesret bi bîr tînin. Em soz didin ku em wan ji bîr nakin û wê di têkoşîna civakî ya îro de her tim bijîn. Wekî Mahîr Çayan gotiye; ew hêz û derfetên wan ên mezin xuya dikin li ba me ne tu tişt in. Ew kulmek in, em bi milyonan in. Tiştekê ji destên me biçe nîn e, lê cîhanek heye ku em bi dest bixin.“