Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat bi wesîleya 2'ê Mijdarê Roja Rojava ya Dinyayê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku yên destpêkê bi hawara Şengalê ve hatin û ew ji qirkirina DAÎŞ'ê rizgarkirin hêzên Rojavayê Kurdistanê bûn û destnîşan kir, ku îro jî roja xwedîderketina li Rojava ye.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku DAÎŞ a hov projeyek bû, serkêşê wê jî dîktator Erdogan bû û hate destnîşankirin, ku Erdogan ji bo tola têkçûna DAÎŞ'ê hilîne Efrîn dagir kir, bombe li Şengalê barand û di 9'ê Cotmehê de bi rengekî hovane êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
MŞD'ê diyar kir ku desthilatdariya dewleta Tirk dixwaze destketiyên Kurdan hemûyan ji holê rake, herêmê bi temamî dagir bike û destnîşan kir, "Ji ber vê yekê em ê jî li dijî faşîzmê û çeteyên wan xeta berxwedanê mezin bikin. Bi ruhê seferberiyê wê civaka Êzidî di 2'ê Mijdarê de ji bo Rojava dakeve qadan."