Lîstika ‘Salyangoz’ li Parîsê ji bo Efrînê hate nîşandan

Lîstika şanoyê ya Hayko Bagdat ‘Salyangoz’ li Parîsê rastî eleqeyek mezin hat. Dahata lîstikê wê ji bo Efrînê were şandin.

Li paytexta Fransa Parîsê lîstika şanoyê ya yek kesî ‘Salyangoz’ ku ji aliyê Nivîskar Hayko Bagdat ve hatî nivîsin û derhêneriya wê Kemal Gokhan Gurses kir, hate nîşandan.

Lîstik li salona Thatre Dû Gymanase hate nîşandan û gelek gelan eleqeyek mezin nîşan dan. Dahata lîstikê wê ji bo kampanyaya alîkariya bi gelê Efrînê re were bikaranîn.

Bagdat beriya niha jî li gelek bajarên Kurdistanê lîstika ‘Salyangoz’ nîşan dabû û hemû dahata van lîstikan ji bo piştevaniyê dabû malbatên Sûrê.