Lîreyê Tirk meha Gulanê 11 ji 100'î ji nirx ket
Lîreyê Tirk meha Gulanê li pêşberî dolarê 11 ji 100'î ji nirx ket. Bi destpêka meha Hezîranê re lîreyê Tirk dikeve.
Lîreyê Tirk meha Gulanê li pêşberî dolarê 11 ji 100'î ji nirx ket. Bi destpêka meha Hezîranê re lîreyê Tirk dikeve.
Bi destpêka rojê re dolar 1 ji 100'î zêde bû. Kûra dolarê duh kêmî 4.44'î bûbû lê îro dîsa zêde bû.
Dolar bi 4.55'an dest bi rojê kir, di nav rojê de li xwe zêdetir kir û bi qasî 1 ji 100'î zêde bû û xwe gihande 4.5885'an. Piştre kêmî 4.56'an bû. Euro jî li bara lîreyê Tirk bi qasî 0.6'an zêde bû û xwe gihande 5.33'an.
Ev çar meh in lîreyê Tirk li bara dolaran ji qedr dikeve. Dolar Sibatê 1 ji 100'î zêde bû, Adarê 4.15 ji 100'î û Gulanê 2.96 ji 100'î zêde bû. Gulanê dolar li bara lîreyê Tirk 11 ji 100'î li xwe zêde kir.