Ligel ku polîsan asteng kir muzîsyenan li qada nobetê konser dan
Muzîsyen çûn serdana Nobeta Wijdan û Edaletê û ligel ku polîsan asteng kir jî, tevî çalakvanan konser dan.
Muzîsyen çûn serdana Nobeta Wijdan û Edaletê û ligel ku polîsan asteng kir jî, tevî çalakvanan konser dan.
Komeleya Muzîsyenên Îzmîrê xwestin biçin serdana Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê, lê polîsan nehiştin ku muzîsyen biçin qada nobetê. Parlementerên HDP’ê derketin derveyî qadê û muzîsyen ezimandin.
Parlementerên HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Ahmet Yildirim û Osman Baydemîr bi muzîsyenan re stran û kesên li derdorê jî govend gerandin. Baydemîr piştî stranan bi bîr xist ku ew ê li hemberî feraseta ku saz û gîtaran qedexe dikin li ber xwe bidin.
Muzîsyenan jî piştre amûrên xwe yên muzîkê li derveyî qadê hiştin û çûn cihê nobetê. Muzîsyenan diyar kirin ku AKP dixwaze enstrumanan jî dîl bigire lê ew ê bi ser nekeve.