Li Zurîhê êrîşên li ser Efrînê hatin protestokirin

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Zurîh ê Swîsreyê dijîn di saetên şevê de, li pêşiya Sefaretxaneya Tirk gefên Erdogan ên li dijî Efrînê protestokirin.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Zurîh, Meclîsa Jinan a Bêrîtan, PYD Zurîh, HDK-Swîsre, MLKP û Partîzan jî tevlî çalakiya protestoyê bûn.

Di çalakiya li dijî gef û êrîşên Erdogan a li ser Kantona Efrîn û Rojava hate kirin de, destpêkê li ser navê NCKD a Zurîhê Cuma Allak axivî. Allak destnîşan kir ku wê li dijî gefên Erdogan gelên cîhanê bi ruhê Kobanê rabin berxwedan û got: “Gelê Efrînê ne bi tenê ye. Em ê vê nîşanî hemû cîhanê bidin.”

Piştî axaftinên Allak û şûnde di axaftinên li ser navê PYD û HDK-Swîsreyê hate kirin de êrîşên faşîst ên Erdogan şermezar kirin, qala girîngiya têkoşîna bi hev re hate kirin.

Di çalakiyê de dirûşmên “ Bijî Berxwedana Efrînê”, “Kujer Erdogan”, “ Faşîst Erdogan”, “ Bi Berxwedanê E mê Bi Ser Bikevin” û “Bijî YPG û YPJ” hatin qîrkirin.

Her wiha Komîteya Rêxistinkirin Çalakiyê jî diyar kir ku heta xetarî hebin wê di nava çalakiyan de be û ji bo çalakiya bi dirûşma “Ji Dîtatoriyê re na, Gelê Efrînê ne bi tenê ye” ku wê 20’ê Çileyê roja Şemiyê li Helvetîa Platz a Zurîchê saet 14:00’an bê lidarxistin banga tevlîbûna girseyî kir.