Li Zurihê bi sedan kes dimeşin sefaretxaneya Tirkiyeyê
Bi sedan kes li Zurîhê li hev kom bûn û bi dirûşmeya ‘dewleta Tirk a dagirker’ ber bi Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Zurîhê ve dimeşin.
Bi sedan kes li Zurîhê li hev kom bûn û bi dirûşmeya ‘dewleta Tirk a dagirker’ ber bi Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Zurîhê ve dimeşin.
Hêrs û nerazîbûna Kurdistanî û dostên wan yên li Zurîhê dijîn, li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi ser Efrînê ve her roj zêdetir dibe.
Bi sedan kesên ku di nava wan de çepgir-sosyalîstên Swêdê, anarşîst li pêşiya Parlamentoya Kantona Zurîhê li hev civiyan û ber bi Seferetxaneya Tirk a li Zurîhê ve dimeşin. Di meşê de pankarta ‘Efrîn ne bi tenê ye’ hate hildan û bê navber dirûşmeyên ‘Her der Efrîn her der Berxwedan, ‘Dewleta Tirk a dagirker’, û ‘Kujer Erdogan’ tê qîrkirin.
Polîsên Swêdê ewlehiyên giran ji bo çalakiyê dikin, Kurdistanî û dostên wan peyama ‘Heya ku êrîşên bi ser Efrînê neyê sekinandin, em ê her cihî bikin qada çalakiyan’ dan.