Li Zurîch û Mannheîmê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan
Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê û li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

ZURÎCH
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Zurîch ê Swîsreyê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî li ber Parlamenta Zurîchê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Bêrîtan pêk hat.
Li vê derê daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin, astengkirina hevdîtina bi Ocalan re ne ya qebûlkirinê ye. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Heta ku Rêberê me ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, wê çalakiyên me bidomin."
MANNHEÎM
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, komek li hev civiya û bi qîrîna dirûşmên ji bo Ocalan ji ber Abendakademîe heta Alte Feuerwacheyê meşiya. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî Bêrîvan pêk hat û pêkhateyên HDK û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk tevlî bûn.
Di çalakiyê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Jin, jiyan azadî" û "Şehîd namirin" hatin qîrîn. Di dema çalakiyê de belavoka ji aliyê NAV-DEM'ê ve hatibû amadekirin, hat xwendin.
Mîtînga li Alte Feuerwacheyê piştre bi qîrîna dirûşman qediya.