BI DÎMEN

Li Winterthurê panela Roja Zimanê Dayikê hate lidarxistin

Di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Winterthurê ya li bajarê Winterthur ê Swîsreyê panelek hate lidarxistin.

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Winterthurê ya li bajarê Winterthur ê Swîsreyê bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî panelek hate lidarxistin. Panel ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Winterthurê û Enstituya Kurd a Swîsreyê ve hevpar hate organîzekirin û moderatoriya wê ji aliyê Îsmaîl Demîr hat kirin. 

Hevserokê Enstituya Kurd a Swîsreyê Gernas Koçer û Parlementera HDP’ê yê berê Ayşe Acar Başaran wekî panelîst beşdar bûn. 

Di panelê de têkoşîna ji bo zimanê dayikê û xebatên ji bo zêdekirina agahdarkirinê hatin nîqaşkirin. Gernas Koçer û Ayşe Acar Başaran li ser mijarên parastina zimanê dayikê û veguhestina nifşên nû pêşkêşî kirin. 

Hevserokê Enstituya Kurd a Swîsreyê Gernas Koçer di axaftina xwe de îşaret bi girîngiya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî kir û wiha got: “Îro roja têkoşînê ya ji bo zimanên di bin gefa tunebûnê de ne. Zimanê Kurdî yek ji van zimanan e. Ez îro li hemû gel û zimanên di bin zextê de pîroz dikim û hêvî dikim ku bibe wesîleya têkoşînekî mezinkir. Neteweyên Yekbûyî heta îro xwedî li zimanê Kurdî derneket. Kurdî ku yek ji zimanên herî kevn ê dîrokê ye jî, îro hîna ne xwedî statuyê fermî ye û wekî zimanê perwerdehiyê nayê bikaranîn. Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin.”

Parlementera HDP’ê yê berê Ayşe Acar Başaran jî anî ziman ku divê perwerdehiya zimanê dayikê ne tenê wekî erkê dayikan were dîtin û wiha got: “Ev wekî civak berpirsyariya me hemûyan e. Di civakê de divê her kes tevkariyê li perwerdehiya zimanê dayikê bike, divê ne tenê ji jinan re were hiştin.”

Panel piştî pêşandana sînevîzyona li ser kursên zimanê Kurdî, bi bersivdana pirsên beşdaran û xwendina helbesta Kurdî bi dawî bû.