BI DÎMEN

Li Romayê Konfederalîzma Demokratîk hat nîqaşkirin

Li paytexta Îtalya Romayê modela ‘Konfederalîzma Demokratîk’ a Rêber Apo hat nîqaşkirin. Konfederalîzma Demokratîk pergalek çawa pêşbîn dike, hate revakirin.

Li paytexta Îtalya Romayê bi tevlîbûna aliyên cuda modela ‘Konfederalîzma Demokratîk’ a ji aliyê Rêber Apo ve hat pêşniyarkirin, hat nîqaşkirin. Panel bi sernavê “Li Rojhilata Navîn ji bo aştiyê çareserî; Konfederalîzma Demokratî” li navenda civakî ESC’ê hat lidarxistin. Di panela ku ji aliyê Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê UÎKÎ-Onlus, Rete Kurdistan, Dinamo Press, Un Punto Per û Komeleya Çanda Kurd a Ararat ve bi hevparî hat organîzekirin de, hejmareke zêde kes beşdar bûn.

Panela ku ji sê beşan pêk tê ji aliyê nûnerê UÎKÎ Onlus Yilmaz Orkan ve hat destpêkirin. Orkan, destnîşan kir ku modela Konfederalîzma Demokratîk tekane çareseriya derbaskirina krîzên sedsala 21’an e. Orkan, diyar kir ku ev model ji bilî derfetên ku dide gelê herêmê, dikare hikûmeta Şamê jî biguherîne. Her wiha diyar kir ku hevdîtinên bi Rêber Apo re destpê kirine, ji bo aştî, demokrasî û jiyana gelan gaveke girîng e.

Berdevka Komîteyê Ji Abdullah Ocalan re Azadî Giovanni Russo Spena, analîzên Rêber Apo yên li ser ekolojî, azadiya jinê û Marksîzmê yên di parêznameyan de, nirxand. Spena, diyar kir ku modela neteweya demokratîk a ku Rêber Apo li dijî netew dewletê pêş xistiye, li dijî neteweperestiyê çareseriyê pêşkêş dike.

Di beşa duyemîn a panelê de Akademiya Modernîteya Demokratîk (ADM) û Tevgera Jinên Kurd pêşkêşî kirin. ADM’ê pergala ku ji hêla Konfederalîzma Demokratîk ve hatî pêşbînîkirin vegot. Li ser navê Tevgera Jinên Kurd jî, hat destnîşan kirin ku bi vê modelê re armanc ne tenê avakirina saziyên pratîkî ye, di heman demê de avakirina zîhniyeteke ku ji desthilatdarî, baviksalarî û hiyerarşiyê qut bibe.

Di beşa dawî ya panelê de endamên heyeta ku di navbera 22-27'ê Çileyê de çûbûn Rojava mafê axaftinê girtin. Nûnerê UÎKÎyê guhertinên ku piştî hilweşîna rejîma Baasê pêk hatin vegot. Di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku Ebu Hatem Şakra yê ku di rêveberiya nû ya HTŞ'ê de cih digire, Hevrîn Xelef qetil kiriye. Ev yek jî hate gotin, " Niha hîn zû ye ku mirov bêjin hikûmet wê li herêmê rêveberiyeke demokratîk ava bike"

Nûnerê Un Punto Per Fabio Alberti, anî ziman ku tevî bê derfetiyên heyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergaleke tenduristiyê ya xweser û gihaştî hatiye avakirin û got ku ew ji vê yekê gelek bandor bûye.

Danîele Galîe ku li ser navê Dînamo Press’ê di heyetê de cih girt, diyar kir ku projeyên ku li herêmê di warê tenduristî û ekolojiyê de pêş dikevin, xizmeta tenduristiyê ya belaş û hwd. nîşan dide ku paradîgmaya Rêber Apo bi pratîk bûye.

Li ser navê Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Navendî ya Romayê Roberto Eufemia ku di heyetê de cih girt, diyar kir ku ew dibînin ku paradîgmaya Rêber Apo li hemû beşên civakê belav bûye.