Li Yewnanîstan û Swîsreyê çalakiyên ji bo greva birçîbûnê
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê û li bajarên St. Gallen, Cenevre, Frîboûrg û Solothûrn ên Swîsreyê, Kurdistaniyan çalakî lidar xistin û bal kişandin ser greva birçîbûnê.
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê û li bajarên St. Gallen, Cenevre, Frîboûrg û Solothûrn ên Swîsreyê, Kurdistaniyan çalakî lidar xistin û bal kişandin ser greva birçîbûnê.
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê û li bajarên St. Gallen, Cenevre, Frîboûrg û Solothûrn ên Swîsreyê, Kurdistaniyan çalakî lidar xistin û bal kişandin ser greva birçîbûnê.
ATÎNA
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PJAK'ê, li meydana Syntagmayê çalakiyek lidar xistin.
Çalakî wê 3 rojan dewam bike û piştre bi meşekê biqede. Meclîsa Gel a Yewnanîstanê der barê vê çalakiyê de, ku bi şiyara "daxwazên wan daxwazên me ne" tê lidarxistin daxuyaniyek da û bibîr xist, ku greva birçîbûnê 50 roj li dû xwe hiştiye.
Meclîsê bal kişand ser xeteriya li ser jiyana berxwedêran û destnîşan kir, ku weke Kurdistaniyan anbe ku ew li pêşberî vê rewşê bêdeng bin.
ST. GALLEN
Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê bi heman armancê li Markplatzê maseya enformasyonê hat danîn.
Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û dosyayek li ser mijarê pêşkêşî Parlamenta St. Gallen, sendîka, partiyên siyasî û saziyên çapemeniyê hate kirin.
Di hevdîtinan de bal hat kişandin ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan û banga hişyarî û berpirsyariyê hate kirin.
CENEVRE
Bi dehan kesên li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê li hev civiyan, bi zimanên Kurdî û Fransî daxuyanî dan û bang kirin.
FRÎBOÛRG
Li bajarê Frîboûrgê, bi dehan kes li navenda bajêr li hev civiyan û piştî deqeyeke rêzgirtinê belavokên bi zimanê Fransî belav kirin. Di çalakiyê de wêneyên Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ên girtî, hatin hilgirtin û ji bo referandûma 16'ê Nîsanê jî banga dayina dengê NA hat kirin.
SOLOTHÛRN
Li bajarê Solothûrnê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li navenda bajêr saet di 19:00 de daxuyaniyek da çapemeniyê. Di dema dayina daxuyaniyê de li ser navê Partiya Keskan Barbara Wyss axivî. Wyss diyar kir, pêkanînên kêfî yên li girtîgehan ne yên qebûlkirinê ne Û got, "Ji bo mirov jiyana xwe ji dest nedin, divê daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê tavilê ji aliyê saziyên erkdar ve bên qebûlkirin."
Daxuyaniya çapemeniyê, piştî belavkirina belavokan qediya.