Li Yenîkapiyê bi hezaran kes qada Newrozê dadigirin

Li qada Yenîkapi ya Stenbolê bi dirûşma "Rabe, dema azadî û serketinê ye" ji pîrozbahiya bi coş a Newrozê re malovaniyê dike.

NEWROZ 2024

Pîrozbahiya ku ji aliyê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinê ya Azad (TJA) û Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ve hate organîzekirin, bi beşdariya bi hezaran kesî destpê kir.

Dika Newrozê bi pankartên bi nivîsa "Rabe, dema azadî û serketinê ye" hate xemilandin. Girseya gel ji du deveran derbasî nava qadê dibe.

Mirovên ji deverên cuda yên bajêr hatin, bi kincên xwe yên gelêrî û alên kesk, sor û zer tevlî pîrozbahiyê dibin.

Bi taybetî ciwanên ku xwestin bi tîşortên bi nivîsa "Kurdistanê" xwestin bikevin qadê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Lê belê bi destwerdana Komîteya Amadekar re destûr ji ciwanan re hate dayin ku derbasî qadê bibin.

Ji qada pîrozbahiyê dirûşma "Bijî Serok Apo" bilind dibe. Gel daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dengekî bilind tîne ziman. Dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" li qadê deng vedide.

Girseya gel li qadê govendê digerîne.

Her wiha karkerên înşaetê jî ji bo tevlî coşa Newrozê bibin bi otobusan berê xwe dan qada Yenîkapiyê.