Li Wanê li pêşiya girtîgehê tecrîd hate protestokirin

Li pêşiya Girtîgeha Tîpa T a Wanê ku grevên birçîbûnê didome, bi daxuyaniya çapemeniyê tecrîd hate protesto kirin.

TUYAD-DER a Wanê bi armanca bidawîbûna tecrîdê û qebûl kirina daxwazên berxwedêrên grevên birçîbûnê li pêşiya Girtîgeha Tîpa T a Wanê daxuyaniya çapemeniyê da. Hevserokên HDP’ê yên Bajêr, Hevserokên DBP’ê yên Bajêr, parlamenter,nûnerên KCD, Hevserokê TUYAD-DER’ê û Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan di daxuyaniyê de axivî û got; “Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo balê bikêşe li ser polistîkayên şer ên li welat û bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Abdullah Ocalan beriya bi mehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Divê deng ji bo vê çalakiyê were dayîn. Divê Wezareta Edaletê û rayedar ji bo ku mirinên din çênebin demildest gav bavêjin.”

Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana zindanan’ bi dawî bû.