Li Wanê jin ji bo Kobanê meşiyan

Li Wanê jin ji bo Kobanê meşiyan

Li Wanê di pêşengiya Meclîsa Dayikên Aştiyê û DOKH’ê de jin xwedî li berxwedana Kobanê derketin û polîtîkayên hikûmeta AKP’ê şermezar kirin.

Ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ û polîtîkayên hikûmeta AKP’ê jinên li terqa rê ya 2’ê Nîsanê kom bûn û xwestin ber bi Parka Feqiyê Teyran ve bimeşin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Jinên bi seatan ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin paşê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de endamên DOKH’ê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên navçeyan û bi sedan jin tevlî bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmayên, ‘Her cih Kobanê her cih berxwedan’ hatin gotin. Jinan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hildan.

Aktîvîsta DOKH’ê Nazmiye Acar a daxuyanî xwend got ku wê timî li rex berxwedana Kobanê cih bigirin.