Li Viyanayê şahiya hevgirtina HDP’ê hate lidarxistin

Li Viyanayê ji bo hevgirtina HDP’ê şahî hate lidarxistin. Nûnerên Elewiyan diyar kirin ku ew ê piştgiriya gelê Kurd bikin.

Li Viyanayê ya ku paytexta Avûstûryayê ye ji bo hevgirtina HDP’ê şahî hate lidarxistin.

Nûnerên saziyên Kurdistan û Tirkiyeyê jî di nav de bi sedan kes tevlî şahiyê bûn.

Piştî axaftina destpêkê ya ku li ser navê Koordînasyona Hilbijartinê ya Avûstûryayê hate kirin, sînevîzyona li ser xebatên HDP’ê hate temaşekirin.

‘JIN DI 24’Ê HEZÎRANÊ DE EW Ê HESAP BIPIRSIN’

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Avûstûryayê ya Avesta, Ozgur Taş axicî. Taş diyar kir ku di serdema AKP’ê de şîddeta li ser jinê zêdetir bûye. Taş bal kişand ser vî tiştî ku dîktatoriya AKP-Erdogan li Kurdistanê şerekî qirêj dide meşandin.

Taş diyar kir ku di 24’ê Hezîranê de ew ê hesab ji desthilatdariya faşîst bistînin û xwest bila her kes bi awayekî çalak tevlî xebatên hilbijartinê bibe.

ÇANKAYA

Piştre jî Alîkarê Serokê Giştî yê Konfederasyona Yekîtiya Elewiyan a Ewrûpayê M.Alî Çetînkaya axivî. Çetînkaya bi bîr xist ku Tûrgût Oker ji ber ku ji Erdogan re gotiye Yezîd namzetiya wî ya parlementeriyê hatiye betalkirin û got, “Em ê her dem ji Yezîd re bibêjin Yezîd û em ê nebin Elewiyên dewletê. Em ê her dem piştgiriya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bikin.”

ZÎREK: 24’Ê HEZÎRANÊ ROJEKE DÎROKÎ YE

Piştre jî Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Zîrek axivî. Zîrek diyar kir ku gelê Kurd ew ê di 24’ê Hezîranê de bersiveke xurt bide polîtîkayên zilmê yên AKP’ê. Zîrek bal kişand ser vî tiştî ku AKP ew ê nikaribe hilweşandina ekonomîk asteng bike.