Li Viyana li ber NY çalakiya rûniştinê
Li Viyana li ber NY çalakiya rûniştinê
Li Viyana li ber NY çalakiya rûniştinê
Kurdistaniyan bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê û şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ li ber nûnertiya NY a li paytexta Avusturya Viyanayê îro di saetên sibê de dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Kurdistaniyên li Ewropa ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê çalakiyên xwe didomînin. Kurdistaniyên li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li paytextê Avusturya Viyanayê çalakiya rûniştinê destpê kirin, peyama; “Em ê heya dawî li rex berxwedana Kobanê bin. Em ê dest ji vê têkoşînê ber nedin. Ji niha ve em ji bo dost û dijminan radigihînin wê berxwedana Kobanê bi serkeftinê bê tacîdarkirin” dan.
Parlamentera Partiya Keskan a Avusturya Bêrîvan Aslan jî ku tevlî çalakiyê bû, banga rawestandina qirkirina DAIŞ dixwaze li Kobanê pêk bîne kir.
Aslan got: “Saziyên navneteweyî yên weke YE, NY ger cidiyeta vê rewşê di dema wê de ferq kiribana wê rewş ne gihiştiba vê astê” û diyar kir li gel gelek dewleta biryara li hemberî DAIŞ’ê ketina devgerê dane jî rû bi rû mayîna gelê Kobanê li hemberî tehdîta qirkirinê nayê fêmkirin.
Çalakiyên li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ tên lidarxistin raya giştî ya Avusturya jî eleqeyeke mezin nîşan dide.