Li Viyana, Bruksel û Kopenhagê çalakiyên ji bo Kobanê
Li Viyana, Bruksel û Kopenhagê çalakiyên ji bo Kobanê
Li Viyana, Bruksel û Kopenhagê çalakiyên ji bo Kobanê
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn ji bo Kobanê li ser piyan in. Kurdistaniyên ku bi banga KCD-E’yê Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn li gelek cihan çalakiyên protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dar xistin.
VIYANA
Li paytexta Awusturya Viyanayê bi armanca piştgiriya bi Berxwedana Kobanê re meşek hate lidarxistin. Di meşa ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Viyanê ve hate lidarxistin de, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatin şermezarkirin.
Saziyên weke PYD, Komeleya Jinên Kurd a Avestayê, ATÎGF, TÎKB, KoMîtern, ADHK, KCR, YXK, DIDIF, AKO, SLP, ATÎK û YDK beşdarî meşê bûn. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku ew dê her tim li dijî êrîşên DAIŞ’ê rawestin û ew dê her tim piştgiriyê bidin Berxwedana Kobanê.
Di meşê de bêdengiya cîhanê ya li hemberî êrîşên DAIŞ’ê ya li ser Kurdan hate rexnekirin û nerazîbûn nîşanî welatên ku piştgiriyê didin DAIŞ’ê hate dayin.
Her wiha hate diyarkirin ku Tirkiye serkêşiya welatên ku piştgiriya DAIŞ’ê dikin, dike. Her wiha bang li Kurdistaniyan hate kirin ku bi awayeke xurt beşdarî çalakiyên ku dê di rojên pêş de bên lidarxistin bikin.
BRUKSEL
Li paytexta Belçîka Brukselê jî li ber balyozxaneya DYA’yê çalakî hat lidarxistin. Nêzî 100 kesên beşdarî çalakiyê bûn êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê protesto kirin. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku gotina “Em li DAIŞ’ê dixin” a DYA’yê ji rastiyê dûr e û hat bibîrxistin ku êrîşên ku Amerîkayê li aliyê Kobanê pêk anîn kêm e û li navendên DAIŞ’ê nexistine.
Di çalakiyê de dirûşimên bi awayê “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî YPG, YPJ”, “Qatîl DAIŞ, Hevkar Tirkiye”, hatin gotin. Polîsên Belçîkayê êrîşê komê kirin.
KOPENHAG
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li paytexta Danîmarka Kopenhagê ji aliyê Kurdan û dostên wan ve li Lokala Çandê ya Kurdên Danîmarkayê hatibû destpêkrin berdewam dike. Parlementerê Danîmarkayî Nikoloj Villumsen hat serdana kesên di greva birçîbûnê de û got: “Yekane rêya rawestandina êrîşên li Şengal û Kobanê çekdarkirina hêzên ku li wir li dijî DAIŞ’ê şer dikin e.”
Villumsen biryara şandina balafirên şer a Hikûmeta Danîmarkayê rexne kir û got ku ev êrîş wê ne bi êrîşên hewayi, dê bi êrîşên bejayî bên rawestandin.
Bi dehan kes ji bo beşdarî çalakiyê bibin ber bi Navenda Çandê ya Kurdan a Danîmarkayê ve diherikin.