Li Ûppsala dewleta Tirk hat protestokirin

Li bajarê Ûppsala yê Swêdê bi xwepêşendanekê ve êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê hat protestokirin.

Kurdistaniyên li bajarê Ûppsala yê Swêdê ji bo protestokirina dorpêç û êrîşên dewleta Tirk ên li ser bajar û navçeyên Kurdistanê û ji bo piştevaniya bi gelê li Sûr, Nisêbîn û Cizîrê îro li Qada Storatorget xwepêşendanek li dar xistin.

Di çalakiyê de dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Gelê Kurd Ne Bi Tenê Ye”, “PKK’e Gel E, Gel Li Vir E”, “Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan Re Azadî, Kurdistan Re Statu” hatin berzkirin.

Nûnerên rêxistinên civaka sivîl yên di xwepêşendanê de axivîn banga helwestgirtina li dijî dewleta Tirk li hikûmeta Swêdê û Yekîtiya Ewropa kirin.

...