Li Toulouse û Draguignanê ji bo Kobanê çalakî

Li Toulouse û Draguignanê ji bo Kobanê çalakî

Li bajarên Toulouse û Draguigmanê bi armanca agahdarkirina der barê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê de û xwedîderketina berxwedana Kobanê çalakiya kon hatin vedan.

TOULOUSE

Li bajarê Franse Toulousê bi armanca protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê kon hate vedan. Çalakiya ku ji aliyê Mala Çandê ya Franco-Kurde ve tê lidarxistin duh saet di 09.00 de destpê kir. Di çalakiya ku li rastî eleqeyek mezin a raya giştî ya Franseyê tê de, belavok tên belavkirin û agahî der barê êrîşên li ser Kobanê de tên dayin.

Mala Çandê ya Franco-Kurde ji bo meşa ku dê sibê li Toulousê bê lidarxistin banga tevlîbûneke xurt kir. Mala Çandê ya Kurd û Fransî bang li her kesî kir ku xwedî li berxwedana Rojava derbikevin û da zanîn ku çalakî wê sibê saet di 17.00 de li Qada Capitolê destpê bike.

DRAGUIGNAN

Îro saet di 08:30 de li bajarê Draguianan ê Franseyê stand hate vekirin. Wêneyên berxwedana Kobanê bi konê hate vedan ve hatin daliqandin û di çarçoveya çalakiyê de belavok tên belavkirin.

Di çalakiya ku li rastî eleqeyê tê de, şandeyek ji Navenda Civaka Kurd dosyayên derbarê berxwedana Kobanê de dosye pêşkêşî saziyên Fransayê kirin.

Di çalakiyê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî jî îmze têne berhevkirin.