Li Toscanayê ji bo Kobanê kampanyaya alîkariyê
Li Toscanayê ji bo Kobanê kampanyaya alîkariyê
Li Toscanayê ji bo Kobanê kampanyaya alîkariyê
Her ku diçe bal û eleqeya raya giştî ya Îtalî ji bo Kobanê zêdetir dibe. Li bajarê Pontedera yê Toscanayê bi civînek der barê sîstema kantonên Rojava û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kurdan hate lidarxistin.
Di civîna bi armanca agahdarkirinê de, nûnerên rêxistinên sivîl ên bi navê ARCI û Della Pace, Partiya Komunîst amade bûn. Di civînê de biryar hate dayin ku ji bo penaberên ji Kobanê û Şengalê kampanyaya alîkariyê bê destpêkirin.
Di civînê de hate bibîrxistin ku berxwedana li Kobanê mehek zêdetir e berdewam dike. Di civînê de nûnerên rêxistina sivîl a ARCI ku bi awayekî xurt bi rewşa penaberan re mijûl dibin, axivîn. Nûneran da zanîn ku welatên desthilat xwe li sîstema xweseriya demokratîk ranagirin.
Endamê Komîteya Çandê ya Kurdan Erdal Karabey da zanîn ku berxwedana Kobanê meheke berdewam dike û diyar kir ku her çendî ev êrîş li ber çavên hemû cîhanê pêk tên, lê heta niha tu alîkariyeke cidî ji bo şervanên YPG û YPJ’ê neçûye. Karabey diyar kir ku ger korîdor ji bo Kobanê bê vekirin, hêzên Kurdan wê li dijî DAIŞ’ê ser bikevin.
Fîlîz diyar kir ku niha li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê sêyemîn çêdibe û got: “DAIŞ ne tenê li dijî Kurdan, li dijî hemû cîhanê şer îlan kiriye. Lê tenê Kurd li ber xwe didin.”
Piştre nûnerên ARCI di civînê de axivîn û diyar kirin ku wan ji bo alîkariya derman û zad û xurekan bi rayedarên YE’yê re hevdîtin pêk anîne. Di civînê de biryar hate dayin ku ji bo penaberên ji Kobanê û Şengalê kampanyaya alîkariyê bê destpêkirin.
ROJA 1’Ê MIJARÊ LI ÎTALYAYÊ ROJA ÇALAKIYÊN JI BO KOBANÊ YE
Bi armanca balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê wê roja 1’ê Mijarê li gelek bajarên Îtalyayê çalakî bên lidarxistin. Çalakî wê bi pêşengiya çepgiran, partiyên siyasî, saziyên sivîl û sendîkayan ve bên lidarxistin.
Meşa herî mezin jî wê li Îtalyayê pêk bê. Wê bi heman armancê jî li Firenzeyê bi beşdariyeke mezin çalakî bê lidarxistin. Çalakî wê saet di 13.00 de li stasyona trenê ya navendî ya Firenzeyê destpê bike.