Li Torontoyê komkujiya sirûşta Kurdistanê hate şermezarkirin

Li Toronto ya Kanadayê bi mebesta ku komkujiya deweta Tirk were şermezarkirin û desteka li nobeta berxwedanê çalakî hate kirin.

Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk a Torontoyê ji bo şermezarkirina daristanên Heskîfê û teqandina şikeftinên Heskîfê yên bi dînamîtê yên bi destê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û ji bo desteka li çalakiya Nobeta Wijdan û Dadmendiyê çalakiyek kir.

Gelê ku duh li Yonge&Bloorê kom bûyî heta bi Dundas&Yongeyê meşiya.

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên ‘dest li Dersimê nede’, ‘kujer Erdogan’ , ‘Tirkiyeya faşîst’, ‘dest li Heskîfê nede, Heskîfê biparêze’ û ‘wekîlên me rûmeta me ne’ hatin berzkirin.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê çalakî qediya.