Li Tîpa F a Kiriklar ji bo Kobanê çalakî

Li Tîpa F a Kiriklar ji bo Kobanê çalakî

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar ji bo Kobanê çalakiya “Liderîxistin û derneketina hevdîtinan” pêk anîn.

Girtiyên ji doza PKK, SDP û MLKP’ê yên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kiriklar tên ragirtin, ji bo piştgiriya bi berxwedana Kobanê re çalakiya “Liderîxistin û derneketina hevdîtinan” pêk anîn.

Girtiyên bi rêya faksê daxuyanî dan wiha gotin: “Çalakiya me di 8’ê Cotmehê ji bo şermezarkirina hevkariya AKP-DAIŞ û komkujiya çete û dewletê li Kurdistan û Tirkiyeyê  bi dirûşmayan me şermezar kir destpê kir, bi çalakiya xwe ya du rojan “me li deriyan xist” û derneketina hevdîtinên xwe yên di 13, 14-15’ê Cotmehê de dewam kir. Ger me dengê xwe gihandibe berxwedanê, me bi dilan dabe hîskirin em pir pê kêfxweşin.”