Li Swîsreyê tedbîrên li dijî Îslamiyên radîkal tên nîqaşkirin

Li Swîsreyê tedbîrên li dijî Îslamiyên radîkal tên nîqaşkirin

Li welatên Ewropayê fikarên li dijî Selefiyên radîkal ên tevlî çeteyan bûne, zêde dibe. Li Swîsreyê hejmara Îslamiyên radîkal ku çûne Sûriye, Iraq û Afganîstanê di salekê de 3 qat zêde bûne û niha di rojevê de ye ku qanûnên serwîsên veşarî û welatîbûnê bê guhertin.

Li gorî daneyên ku di Ajansa Nûçeyan a SDA’yê de cih girtine ji sala 2011’an heta niha hejmara Îslamiyên radîkal ên çûne herêmên şer 55 e. Ji van kesan 31 çûne Sûriye û Iraqê û yên din jî çûne Afganîstan, Pakîstan, Yemen û Somaliyê.

Li gorî rapora NDB’ê ku navê çeteyên DAIŞ’ê jî têde derbas dibe, hejmara kesên ji Swîsreyê tevlî van koman bûne di sala dawî de sê qat zêde bûye. Ji sala 2001’ê heta Gulana 2013’an de  hejmar 20 bû û ji wê dîrokê û heta niha 35 kesî welat terk kiriye. Di çar mehên dawî de hejmara kesên çûne 15 ye.

31 kes hê li herêma şer in. Ji van kesan 6 hem hatine kuştin.  Tê gotin ku ji van 18 kes dîsa vegeriyane Swîsreyê.

PÊŞNIYARA BILA QANÛN BÊ GUHERTIN

Piştî vê rapora NDB’ê ya der barê îslamiyên radîkal de , niha tê nîqaşkirin ku di qanûnên der barê mafê welatîbûn û serwîsên veşarî yên Swîsreyê de guherîn bên kirin. berdevka NDB’ê Isabella Graber got ku ji bo tespîtkirina cîhadiyên welat, rayedarên ewlehiyê têr nakin û divê mal û kompîterên van kesan jî bê şopandin. 

Partiya Gel (SVP)  û partiya Gel a Demokratîk a Xiristiyan (CVP) jî  gotin ku divê welatibûna kesên Îslamiyên radîkal bê betalkirin.

Der barê mijarê de Serokê Rêxistina Sîwaneya Federasyona Îslamî ya Swîsreyê Hîşam Maîzar diyar kir ku li welat nêzî 400 hezar Misliman dijîn û ji vê ji sedî 8-12 oldar in. Maîzar got ku ew peyama kesên ku tevlî cîhadê dibin fêm nakin.