Li Swêdê, jineke ku jin û zarokên Êzidî kir kole, bi qirkirinê hate sûcdarkirin

Dadgehên Swêdê jineke 52 salî bi hinceta ku di navbera salên 2014-2016'an de li mala xwe ya li Reqayê jin û zarokên Êzidî kir kole, bi qirkirinê sûcdar kirin.

Têkildarî sûcên çeteyên DAÎŞ'ê yên li dijî Êzidiyan li Swêdê lêpirsîn hate destpêkirin. Di lêpirsîna destpêkê de jinek bi "Sûcên qirkirin, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer ên cidî" hate sûcdarkirin.

Jina welatiya Swêdê, ji ber ku destûr da ku kurê wê yê 12 salî ji aliyê DAÎŞ'ê ve weke leşkerê zarok bê bikaranîn di sala 2022'an de ji aliyê dadgeha Swêdê ve bi şeş salan cezayê girtîgehê hatibû cezakirin. Ajansên AP û Reutersê ragihandin ku jina bi rengekî girtî tê darizandin Lina Laina Ishaq e.

Dozger Reena Devgun daxuyanî da AFP'ê û anî ziman ku di dema lêpirsîna beriya niha de îfadeya şahidan wergirtine ku digotin 'Li Reqayê mirov kiribû kole' û ev yek jî bû sedem ku ew lêpirsînê kûr bikin.

Li gorî Devgun vê jinê bi çalakiyên xwe tevkarî li sûcên DAÎŞ'ê yên li dijî Êzidiyan kiriye.

Dozger diyar kir ku bersûc li mala xwe ya li Reqayê 3 jê jin, 6 jê zarok 9 kes bi rengê 'kole' radigirt.

Ji 20 roj heta 7 mehan ev mirov li mala xwe ragirt û bi zorê karên malê bi van jin û zarokan dida kirin.

Devgun anî ziman ku 'bi armanca firotinê' wêneyên van jin û zarokan hatin kişandin. Belge hemû jî ji gotinên wan kesan pêk tê ku serdana mexdûran û jinê kiribûn.

Ev sûc jî li Swêdê bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê tê cezakirin. Rûniştin wê 7'ê Cotmehê destpê bike û herî kêm 2 mehan dewam bike.

Li gorî servîsên îstîxbaratê ji çaran yek jê jin nêzî 300 Swêdî bi taybetî di navbera salên 2013 û 2014'an li Sûriye û Iraqê tevlî nava refên DAÎŞ'ê bûn.