Li Swêdê çalakiyên 1'ê Mijdarê yên ji bo destekkirina Kobanê

Bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, tevî Partiya Çep a Swêdê, Komîteya Rojava û komeleyên Kurdan rêxistinên civakî yên sivîl wê li Stockholm, Goteborg û Malmo hin rêze çalakiyan lidar bixin.

Çalakiya destpêkê wê di 31'ê Cotmehê roja Şemiyê li Mala Gel a li taxa Arsta ya Stockholmê pêk were. Semînera li vê derê wê saet di 13:00 de destpê bike û Nûnerê PYD'ê wê rewşa li Rojava vebêje. Nûnerên Komîteya Rojava wê xebatên komîteya xwe, rêveberên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê jî wê rewşa dawî ya li Bakurê Kurdistanê û hilbijaritnên 1'ê Mijdarê binirxînin.

Di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de wê bi armanca piştgirîdayîna ji Kobanê û Şoreşa Rojava re, xwepêşandaneke girseyî were lidarxistin. Xwepêşandêr wê saet di 13:00 de li Parka Hûmlegardenê bên cem hev û ber bi navenda bajêr ve bimeşin.

Di êvara 2'ê Mijdarê de wê li Rîval Otel a li Meydana Marîatorget a Stockholmê, bi beşdariya hunermendên Swêdî, Kurd û Tirk re ji bo tevkariyê li xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bikin, wê şevekê lidar bixin. Gala wê saet di 19:00 de pêk were û hemû hatineyên ji vir, wê ji Kobanê re bê şandin.

LI GOTEBORGÊ MEŞ, MÎTÎNG Û PANEL

Li bajarê Goteborgê jî wê bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, Partiya Çep a Swêdê, Komîteya Rojava û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê, meş û mîtîngeke hevpar lidar bixin.

Xwepêşandêr wê di 1'ê Mijdarê roja Yekşemê de li Hedenê bên cem hev û ber bi Meydana Gûstaf Adolf ve bimeşin.

Roja 7'ê Mijdarê wê li Dibistana Bilind a Gel a Jinê ya li Goteborgê, bi beşdariya Komîteya Rojava û nûnerên PYD'ê semîneke li ser Kobanê were dayîn.

ROJAVA RÊ NÎŞAN DIDE

Li bajarê Malmo, Partiya Çep, Çep a Ciwan, Ciwanên Kurd û rêxistinbûyîna bi navê Her tişt, her kes, wê xwepêşandanek bi dirûşma "Rojava rê nîşan dide, terorîzma dewletê ya Erdogan bisekinîne" lidar bixin. Xwedêpaşan wê li Meydana Molevangstorgetê saet di 13:00 de destpê bike.