Li Swêdê çalakiya ji bo Farqînê

Bi armanca şermezarkirina êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî Kurdistanê û destekkirina gelê Farqînê yê berxwedêr, duh li bajarê Swêd Orebro mîtîngek hat lidarxistin.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî Kurdistanê û destekkirina gelê Farqînê yê berxwedêr, duh li bajarê Swêd Orebro mîtîngek hat lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan saet di 13:00 de li Meydana Stortorgetê civiyan û bi hilgirtina dowîz û pankartan re êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Farqînê protesto kirin.

Di çalakiyê de alên PKK, KCK, PYD, YPG û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Hevserokê Navenda Gel a Demokratîk a Orebro Ridvan Altûn li çalakiyê axivî û diyar kir ku bêdengiya welatên Ewropayê ya li hemberî komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, hîn bêhtir rê li ber şîdetê vedike. Altûn destnîşan kir ku ev bêdengî mîna li Parîsê zemînê ji komkujiyên nû re vedike.

Altûn qurbaniyên Parîsê bibîr anî û da zanîn ku sîstema kanton a li Rojava hatiye avakirin, nîşan daye ku gel hemû dikarin di nava biratiyê de bi hev re bijîn. Altûn bang li tevahiya rêxistinên civakî yên sivîl û parêzvanên mafên mirovan kir ku li hemberî êrîşên AKP'ê yên li dijî Kurdistanê derkevin û piştgiriya xwe ya bi Kurdistan û Rojava re xurt bikin.