Li Sûriyeyê aloziya navbera Îsraîl û Îranê
Îsraîlê îdîa kir ku hêzên Îranê fuze avêtine Girên Golanê û diyar kir ku wan jî li dijî Sûriyeyê êrîşa hewayî kirine.
Îsraîlê îdîa kir ku hêzên Îranê fuze avêtine Girên Golanê û diyar kir ku wan jî li dijî Sûriyeyê êrîşa hewayî kirine.
Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyeyê (SANA) ragihand ku êrîşa destpêkê di ser qada hewayî ya Lubnanê re saet 01:30'î hatiye kirin û bi saetan dewam kiriye. SANA'yê hin dîmen weşand ku tê de xuya dike bi sîstema parastina hewayî bersiv ji êrîşan re tê dayin.
ÎSRAIL: WÊ BERSIVEKE GIRAN BIBÎNE
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avîhay Adraee jî êrîş piştrast kir û got, "Artêşa Îsraîlê wê bi berdewamî li hedefên Îranê bixe." Adraee destnîşan kir ku bersiva ji operasyonan re bê dayin wê 'bersiveke giran' bibîne.
ÇI QEWIMÎ BÛ?
Hatibû ragihandin ku duh êvarê ji axa Sûriyeyê 20 fuze ber bi Îsraîlê ve hatibû avêtin. Artêşa Îsraîlê îdîa kir ku êrîş bi fermana Fermandarê Hêzên Qûdsê yê Îranê Qasim Suleymanî ve hatiye kirin. Îsraîlê diyar kir ku ji ber êrîşa bi fuzeyan tiştek bi kesî nehatiye. Medya Sûriyeyê jî heman wextê ragihand ku Îsraîlê êrîş biriye ser bajarê Baasê yê li wîlayeta Kûneytra ya li başûrê welêt.