Parlemeterên HDP’ê yên ku li dijî hilweşadina taxên alîpaşa û Lalebey ên ku danê sibehê hatin dorpêçkirin û tê xwestin ku bê vakalkirin bi çalakiya rûniştinê nerazîbûn nîşan dabûn, bi daxuyaniyekê dawî li çalakiya xwe anîn. Welatiyên Sûrê, Parlemeterên HDP’ê Sîbel Yigitalp, Ziya Pîr û Îmam Taşçier, Hevparên Plaftorma Sûrê beşdarî daxuyaniyê bûn Di daxuyaniyê de ewilê Hevberdevka Platforma Na ji Hilweşandina Sûrê re Bûşra Cizrelîogllari axivî û qedexeya derketina kolanan a 28’ê Mijdara 2015’an bibîr xist û got: “Malên ku wê demê nehatin hilweşandin, îro di bin navê ‘vegera bajêr’ de tên hilweşandin. Bi zext û zordariyê, gel neçarî koçkirin û terikandina malên wan dikin.”
MIROV LI MAL DE DEST BI HILWEŞANDINÊ KIRIN
Cizrelîoglûlari ya ku nerazîbûn nîşanî malên ku li taxa Alîpaşa û Lalebeyê hatin dorpêçkirin û hilweşandin da got: “Gel nikare biçin malên xwe. Tevî ku qedexeya kolanan nîne jî, bi pêkanînên qedexekirinê re rû bi rû ne. Welatî naxwazin malên xwe bi terikînin. Ti demê evqas Sûr bi hilweşandinê re rû bi rû nemaye. Bi mekîneyên kar dest bi hilweşandinê kirine. Tevî malên vala hene jî, malên ku mirov li nav in, tên hilweşandin.”
EV 4 MEHIN TÊKOŞÎNÊ DIKIN
Cizrelîoglûllari destnîşan kir ku di çarçoveya çalakî û aktivîteyên ji bo li dijî hilweşandina Sûrê dane destpêkirin, ti bersiv ji bo daxwazên wan ên li gel meqamên fermî hatin kirin nehatiye dayîn û wiha got : “Daxwaza rawestandina hilweşandina Sûrê heye. Ev daxwaz daxwaza me ye. Ev 4 meh in ji bo rawestandina hilweşandinê têkoşînê dikin.”
BI POLÎTÎKAYÊN ÇETEBÛNÊ RE RÛ BI RÛ NE
Parlemetera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yigîtalp a ku anî ziman gel neçar dikin ku malên xwe biterikînin û got: “Em li nava hilweşandinê ne, em di nav malên bi zorê tên hilweşandin de ne. Em bi polîtîkayekî evqas hatî dorpêçkirin û her tiştî vedigerîne rantê re rû bi rû ne. Bê ku tiştekê li pey xwe bihêle dixwazin Sûrê bikin beton. “
EV ZAROK WÊ HILWEŞÎNÊ JI BÎR NEKIN
Yîgîtalp bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Karê derve ya ku piştî qedexeya derketina li ser Sûrê û şûnde ku ‘Opersyon bi dawî bû’ û got: “Hê jî li ser 6 taxan qedexe dom dike, li vir bi qedexeyê rantê birêve tê birin. Ev zarokên ku hilweşînê dibînin, ji bîr nakin. Wê tercîha zarokan çi be, wê çawa bawer bikin? Ev xakên bi hezaran sal in ku mirovahî li nav xwe dayî jiyîn e. Divê mirov xwedî li ked, siberoj û dîroka xwe derkeve. Dîroknasên ku ji bo Konyayê xwe nerazî dikirin, bila xwedî li Sûrê jî derkevin.”
Heyeta ku daxwaza hevdîtinê ji Waliyê Amedê kirin, piştî hevdîtinê wê têkildarî aktivîte û çalakiyên li dijî hilweşînê bên kirin bi daxuyaniyekê diyar bikin.