Li Sûdanê li dijî Hêzên Aştiyê ya NY’ê êrîş:15 mirî

Li Sûdanê li dijî Hêzên Aştiyê ya NY’ê êrîş:15 mirî

Li Sûdanê di êrîşa li dijî hêzên Aştiya Neteweyên Yekbûyî (Mînuad)  herî kêm 3 leşker mirin. Bi êrîşê re hejmara leşkerên NY’yê yên girêdayî Mînuadê yên jiyana xwe ji dest dane gihişt 61’ê û di du rojên dawî de hejmara leşkerên li Afrîkayê mirine gihişt 15’an.

Di êrîşa li herêma Darfûr ji sala 2003’an heta niha 300 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye, sê leşkerên NY’ê yên Etîyopyayê mirine. Di daxuyaniya ku ji aliyê Hêza Aştiyê ya NY’ê ve hatiye dayîn de  êrîş li dijî leşkerên ku bîra avê ya Karmayê diparastin pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrîşên li dijî leşkerên ku ji sala 2007’an heta niha li herêma Mînuad  peywirê dikin de , 61 leşker mirine.

Hêzên girêdayê Omer el Beşîr yê di 2003’an de li herêma Darfur serokdewlet bû û mîlîsên Ereb di komkujiyên ku pêk anîn de nêzî 200 hezar sivîlî jiyana xwe ji dest da. Li gorî NY’ê di 11 salan de hejmara kesên mirine 300 hezar e.

Sekreterê Giştî yê NY’ê Ban Kî-Moon diyar kiriribû ji roja Çarşemê heta niha di êrîşên li dijî hêzên aştiyê yên welatên Afrîkayê de 15 kes mirine.