Li Stuttgartê Suphî Nejat Agirnasli hat bîranîn
Li Stuttgartê Suphî Nejat Agirnasli hat bîranîn
Li Stuttgartê Suphî Nejat Agirnasli hat bîranîn
Şervanê MLKP'ê Suphî Nejat Agirnasli bi nasnav Paramaz Kizilbaş ê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li Stuttgartê hat bîranîn.
Merasîma bîranînê ya li ber konê piştevaniya berxwedana Kobanê ku ev 2 hefte ne li Stuttgartê hatiye vedan, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di merasîmê de li gel pankarta ji wêneyên Suphî Nejat Agirnasli û Arîn Mîrxan a bi îmzeya MLKP'ê, weneyên şervanên YPG/YPJ'ê yên li Rojava jiyana xwe ji dest dan, hatin vekirin.
Di merasîma ku çîroka jiyanê ya Suhpî Nejat hat vegotin de daxuyaniya MLKP'ê ya bi sernavê "Şoreşa Rojava rûmeta me ye, heta mirinê em ê biparêzin" hat xwendin.
Helbest, sirûd, stran li merasîmê hatin gotin û axaftin hatin kirin. Di axaftinan de banga xurtkirina têkoşînê hat kirin.
Alinterî, MLPD û OTKM ku di nava Însiyatîfa Piştevanî û Berxwedana Kobanê de cih digirin, nûnerên wan axivîn û Suphî Nejat Agirnasli bibîr anîn.