Li Strasboûrgê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê ji bo bibîranîna şehîdên meha Gulanê çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakiya bibîranînê li Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Strasboûrgê hate lidarxistin. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Ewrûpayê Dayîka Şengê, Endamên Înîsiyatîfa Jinan a Zînê û malbatên şehîdan ên li Strasboûrgê axivîn.

Axaftvanan diyar kirin ku ew ê armanca şehîdên bi cih bînin û Roja Dayîkan pîroz kirin.

Malbatên şehîdan bang kirin ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de piştgiriya HDP’ê bikin.

Piştî axaftinan muzîk hate guhdarîkirin û helbest hatin xwendin.