Li Strasbourgê ji bo zarokên Şengalê xwarina piştevaniyê

Li Strasbourgê ji bo zarokên Şengalê xwarina piştevaniyê

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi armanca ku balê bikişînin ser komkujiya li hember Êzidiyan a di meha Tebaxê de li Şengalê pêk hat û alîkariya bo zarokan bernameyek hat organîzekirin.

Bernameya ku ji aliyê rojnameger Huseyîn Elmali û hevsera wê Sylvîe Elmali hat organîzekirin li Mala Çandê ya Mezopotamyayê xwarineke piştevaniyê hat dayîn. Huseyîn Elmali ku di xwarina ku ji bo zarokan hat amadekirin de alîkariya aborî hat kirin, axivî û diyar kir ku ji bo zarokan li gel alîkariya aborî wê alîkariyê ji bo zarokan ên wekê pêlîstok û amûrên wêneyan jî qebûl bikin.

Elmali drama li Şengalê hatiye jiyîn bibîr xist û got ku hewl didin hema komkujiyê li Kobanê jî pêk bînin.

Endamê Komeleya Dostaniya Kurd a Fransayê Jacpuelîne jî anî ziman ku tiştên li Şengalê hatine jiyîn îro jî li Kobanê tên kirin û got ku welatên mudaxaleyê Iraqê  kirin îro Kobanê nabînin.

Di bernameyê vîdeoyeke ku drama piştî êrîşa DAIŞ’ê ya li Şengalê hatiye jiyîn hat nîşandan û wêneyên der barê Kobanê de jî hatin nîşandan.

Di nav de Fransî jî hebûn gelek kes tevlî bernamê bûn û xwendekarên zanîngehê jî  stranên Kurdî gotin.  Wêneyên aîdî Amedê û Mêrdînê hatin nîşandan û bername bi xwarina ku hat dayîn bi dawî bû.

Di 3’ê Cotmehê de jî dê xwerinek bê dayîn. Alîkariyên bê berhevkirin wê radestî Weqfa  Koç û Sarmaşik bên kirin.