Li Stockholmê ji 32 partî û rêxistinan banga tevlîbûna çalakiya Kobanê
Li Stockholmê ji 32 partî û rêxistinan banga tevlîbûna çalakiya Kobanê
Li Stockholmê ji 32 partî û rêxistinan banga tevlîbûna çalakiya Kobanê
Tevî Partiya Çep a Swêdê, Partiya Sosyalîst û Edaletê, Partiya Komunîst a Swêdê, Desthilatiya Karkeran, Ji bo Aştiyê jin, Xwendekarên li dijî Nîjadperestiyê, Seyfo Center, Federasyona Asurî-Sûryanî, Konseya Aştiyê ya Swêdê, Komîteya Aştiyê ya Swêdê, Platforma Zagrosê, PYD, YNK, Goran, Navenda Demokratîk a Civaka Kurdên Swêdê Federasyona Elewiyan û Forûma Navneteweyî ya Çep 35 partî û rêxistinên sivîl bang li her kesî kirin ku tevlî çalakiya “Roja Kobanê ya Cîhanê” ya ku wê 1’ê mijdarê li Stockholma paytexta Swêdê bê lidarxistin bibin.
Gelek hunermend û helbestvanên Kurd û Swêdî wê tevlî çalakiya ku wê li Stockholmê bi dirûşma “Ji bo Kobanê, ji bo Mirovahiyê” bê lidarxistin, bibin. Tê payin ku bi hezaran kes beşdarî çalakiya wê roja 1’ê Mijdarê saet di 13.00'an de, li Parka Humlegården pêk bê, bibin. Meş wê ji Parka Humlegården ber bi navenda bajêr ve destpê bike.
ROJA HESLBESTÊN ZARAVAYÊN KURDÎ DIYARÎ KOBANÊ Û ŞENGALÊ HATE KIRIN
Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê çalakiya helbestan a “Roja Helbestên Zaravayên Kurdan” ku her sal li dar dixe, îsal wê diyarî berxwedana Şengal û Kobanê bike. Di çalakiyê de wê helbestvan bên cem hev û helbestên bi zaravayên cuda bixwînin.
Çalakiya Roja Helbestên Zaravayên Kurd wê 2’yê Mijdarê saet 13.00'an li avahiya ABF a semta Vårby Gård a Stockholmê bê lidarxistin. Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê banga tevlîbûnê kir.