Li Stockholmê ciwanan Tirkiye boykot kir
Rêxistina Ciwanên Azad, bi mebesta boykotkirina Tirkiyê li pahtexta Swêd Stockholmê çalakiyeke konvedanê pêk anîn.
Rêxistina Ciwanên Azad, bi mebesta boykotkirina Tirkiyê li pahtexta Swêd Stockholmê çalakiyeke konvedanê pêk anîn.
Li qada Stockholm Medborgarplatsenê ciwanan kon vedan û bi alên PKK û KCK’ê , wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wêneyên sivîlan ên ji hêla dewleta Tirk ve hatî qetilkirin, xemilandin. Ciwanên Kurd, gel di derberê sûcên şer ên dewleta Tirk kirî de bi nivîskî û devkî agahdar kirin.
Endama Ciwanên Azad Rojda Avas, di derbarê çalakiya xwe de ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku dema Dewleta Tirk bi çeteyên DAÎŞ’ê re Efrîn dagir kirî, bi sedan sîvîl qetil kirin û zêdetirî 150 hezar kes ji ser axa xwe hatin derxistin.
Avas, di dewama axaftina xwe de bal kişand ser ku Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê jî komkujî pêk anîne û hilbijêrên gel xistine zindanan. Avas got; “ Ji bo protestokirina sûcên mirovahiyê yên dewleta Tirk, divê Tirkiye bê boykotkirin. Em di çalakiya xwe de bang li Swêdî û kesên li Swêdê dijîn dikin ku neçin Tirkiyê û malên Tirkiyê boykot bikin.”
Avas, bal kişand li ser hilbijartinên ku wê di 24’ê Hezîranê de pêk bên û got; “Namzetê HDP’ê yê Serokomariyê Selahattîn Demîrtaş di zindanê de ye. Ji bo dawîlêanîna rejîma yek zilamî û ji bo destekirina hewldanên aştiyê divê dengê xwe bidin HDP û Demîrtaş.”
Taha Ziyat Azîz ê ku riya wî li qada ciwanan çalakî pêk dianî ket, çalakiya ciwanan erênî nirxand û wiha got; “Tirkiye nikare wiha li gorî kêfa xwe biçe xaka welatekî din dagir bike. Tirkiye gelek ji ser xwe çûye. Li her devera cîhanê divê her kes ji Tirkiyeyê re bêje ‘bisekine’ û boykot bike. Gelê Tirk jî êdî divê fêm bike ku ev wê wiha neçe. Çawa boykota li hemberî rejîma nijadperest a Efrîkayê bi bandor bû, wê boykota li hemberî Erdogan û rejîma Tirk jî bi bandor be.”