Li Stenbolê wesayîtek li zarokekî Rojavayî qelibî
Li Stenbolê wesayîtek li zarokekî Rojavayî qelibî
Li Stenbolê wesayîtek li zarokekî Rojavayî qelibî
Li navçeya Arnavutkoy a Stenbol wesayîtek li zarokekî 11 salî yê Rojavayî qelibî. Emîn ê bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Arnavutkoy. Bi hinceta ambulans nîne Emîn sewqî nexweşxaneyeke din nekirin.
Li navçeya Arnavutkoy a Stenbol li devera Haraçli Kanli Bayir zarokê 11 salî Elî Ehmed Emîn dema dixwest derbasî aliyê din ê rê bibe wesayîtek lê qelibî. Emîn bi giranî birîndar bû. Wesayîta ku li Emîn qelibî ji cihê bûyerê reviya. Emîn ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Arnavutkoy kirin beşa lezgîn. Hat ragihandin ku ji bo tedawiya Emîn bê kirin divê sewqî nexweşxaneyeke din bê kirin, lê belê bi hinceta ambulans nîne nehat sewqkirin.
Emîn hê jî li beşa lezgîn tê rawestandin.