Li Stenbolê qedexeyên hilbijartinê dest pê kir
Saziya Bilind a Hilbijartinê qedexeyên ji bo hilbijartina Stenbolê da destpêkirin.
Saziya Bilind a Hilbijartinê qedexeyên ji bo hilbijartina Stenbolê da destpêkirin.
AKP’ê bi derbeya Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK)hilbijartina li Stenbolê betal kiribû. Wê di 23’ê Hezîranê de hilbijartin dîsa were kirin. YSK’ê qedexeyên ji bo hilbijartinê da destpêkirin.
Partiyên siyasî û namzetên serbixwe heta bidawîbûna dema propagandayê wê karibin reklam û propagandaya xwe bikin.
Di maweya hilbijartinê de li ser rêyên giştî, îbadetxane û ji xeynî qadên ku berê hatine diyarkirin, xebatên propagandayê wê qedexe be.
Di maweya hilbijartinê de propagandaya bi emaîl û smsyan wê qedexe be. Beriya dengdanê bi 10 rojan jî wê bi rêya çapemenî û medyayê propaganda qedexe be. Heke anket werin kirin jî divê agahiyên anketê bi eşkere were gotin.
Ji xeynî Tirkî bi ziman û zaravayên cihê jî propaganda dikare were kirin.