Li Stenbolê di Nobeta Demokrasiyê de polîsan êrîşî parlementeran kir
Li Stenbolê di Nobeta Demokrasiyê de polîsan êrîşî parlementeran kir. Di êrîşê de parlementerê HDP’ê Kemal Bulbul rakirin nexweşxaneyê.
Li Stenbolê di Nobeta Demokrasiyê de polîsan êrîşî parlementeran kir. Di êrîşê de parlementerê HDP’ê Kemal Bulbul rakirin nexweşxaneyê.
Ji bo protestokirina desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê li Stenbolê li Qada Esenyûrdê Nobeta Demokrasiyê hatibû lidarxistin. Parlementerên HDP’ê Zuleyha Gulum, Kemal Bulbul, Omer Ocalan, Sarûhan Olûç, Necdet Îpekyuz, parlementerê CHP’ê Alî Şeker jî di nav de nûnerên saziyan tevlî nobeda demokrasiyê bûn.
Polîsan dora qada nobedê girtin û nehiştin ku parlementer têkevin qadê. Polîsan piştre bi fîşekên plastîk êrîşî parlementeran kir. Di êrîşê de berçavka parlementerê HDP’ê Kemal Bulbul hate şikandin û Bulbul rakirin nexweşxaneyê. Di çalakiya nobedê de polîsan gelek kes jî destgîr kirin.
Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan nerazîbûn nîşanî êrîşa polîsan da.
Piştî daxuyaniyan polîsan nehiştin ji xeynî parlementerên HDP û CHP’ê kes têkevin qadê û êrîşî gel kirin ê ku li dora qadê slogan berz dikirin.