Li Stenbolê dengdan bi dawî bû

Piştî ku rejîma Erdogan hilbijartina şaredariya bajarê mezin a Stenbolê betal kiribû, îro dîsa hilbijartin hate kirin. Dengdan li gorî saeta herêmî di 17.00’an de qediya.

Di 31’ê Adarê de Ekrem Îmamoglû di hilbijartinê de bi ser ketibû lê ji ber zextên desthilatdariyê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) hilbijartin di 6’ê Gulanê de betal kiribû.

Li Stenbolê hilbijêr îro saet di 08.00’an de çûn ser sindoqan. 16 namzet tevlî hilbijartinê bûn. Yên ku di navbera herdu hilbijartinan de bûne 18 salî û yên ji leşkeriyê hatine, deng nedan.

Li 39 navçeyên Stenbolê, li 62 girtîgeh û 156 cihên gerok bi giştî di 31 hezar û 342 sindoqan de, deng hatin dayîn.

Li hin cihan binpêkirin hatin kirin û ji ber van binpêkirinan derbarê 11 kesan lêpirsîn hate kirin.