Li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş çalakî hate lidarxistin

Li Stenbol û Enqereyê ji bo bal bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, çalakî hatin lidarxistin û îşaret bi girtiyên nexweş Devrîm Ayik û Firat Nebîoglû kirin.

JI GIRTIYÊN NEXWEŞ RE AZADÎ

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” lidar xist. Çalakiya 675’an li ber avahiya şaxa Stenbolê hate kirin. Vê hefteyê rewşa girtiyê nexweş Devrîm Ayik bû rojev ku ji sedî 76 astengdar e û li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û li ser navê girseyê Mirovê Şemiyê Alî Ocak daxuyanî da.

Ocak bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Devrîm Ayik.

Di çalakiyê de azadiya Devrîm Ayik hate xwestin.

ENQERE

Li Enqereyê jî bi pêşengiya Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re, her hefte çalakî tê lidarxistin. Çalakiya 547’emîn li Cadeya Sakarya hate lidarxistin. Di daxuyaniya vê hefteyê de, bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Firat Nebîoglû yê 26 salî ku li Girtîgeha Amedê tê ragirtin. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê yê Enqereyê Omer Faruk Yazmaci ragihand ku eger Firat Nebîoglû neyê dermankirin, wê jiyana wî bikeve xeteriyê.

Hat diyarkirin ku divê Nebîoglû were berdan û were tedawîkirin.