Li Stenbol û Îzmîrê ‘Nobeta Demokrasiyê’ didome

Li gel domandina ‘Nobeda Demokrasiyê’ ya li Esneyûrtê, wekîlên HDP’yî hatin dorpêçkirin û 6 kesên tevlî nobedê bûn hatin destgîrkirin. Gelek kesan destek dan nobda li Îzmîrê jî didome.

Çalakiya ‘Nobeda Demokrasiyê’ ya li dijî desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ya bi destê qeyûman li Qada Esenyûrtê hatibû destpêkirin dewam dike. Parlementerê HDP’ê Dilşat Canbaz Kaya, Kemal Bulbul, Omer Ocalan û Nejdet Îpekyuz tevlî çalakiyê bûn. 6 Kesên tevlî ‘Nobeda Demokrasiyê’ bûn hatin destgîrkirin.

Polîsan li gel nobedaran dor li kesên li qadê kom bûn, li qadê parlementer jî hatin dorpêçêkirin. Li ser avahiyên bilind jî sekvan hatin bicihkirin. Serê kolanan jî bi TOMA’yan hatin girtin, wesayîtên zirxî jî tim dewriye digeriyan. Li ser nerazîbûna gel a derdor gotinên polîsan a ‘Tebdîqat heye. Qedexe ye’ bal kişand.

Li qadê Parlementerê HDP’ê yê Entalyayê Kemal Bulbul û Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek axivîn. Çîçek li ser telefonê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Piştî axaftinên hatin kirin û şûnde nobed bi dawî bû.

ÎZMÎR

Çalakiya hemwext a ‘Nobeda Azadiyê ya li pêşiya Navenda Çanda Turkan Sayan a li Îzmîrê pêk dihat tevî dorpêça polîsan jî di roja 3’an de dewam kir. Beriya nobedê Parlementerên HDP’ê Mahmût Togrûl, Habîb Eksîk, Ayşe Surcu, Şevîn Coşkûn û Serpîl Baykemal li gel rêveberên HDP’ê yên bajar û navçeyê li navçeya Karşiyaka li Sûkê belavok li esnaf û welatiyan belavkirin.

Parlemeterê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kanî Beko, alîkarê serokê CHP’ê yê bajar Ozkan Tîce û ji Rêxistina Karker a Tirkiyeyê (TÎP)û gelek kesan piştevanî da nobedê.

Li qada çalakiyê Parlementer Mûsa Pîroglû, Ayşe Surucu, Parlementerê CHP’ê Kanî Beko axivîn.