Li Srî Lanka xebatên rizgarkirinê didomin
Li Srî Lanka xebatên rizgarkirinê didomin
Li Srî Lanka xebatên rizgarkirinê didomin
Li herêma Meeriyabedda ya Koslanda ya Srî Lanka ku hezaz çêbû, xebatên rizgarkirinê didomin.
Li Koslanda ya Srî Lanka ku yek ji navendên herî girîng ên hilberîna çayê ye rojên buhrî hezaz çêbibû. Di hezazê de ku herî kêm sed kes di bin axê de mabûn, xebatên rizgarkirinê didomin.
Di xebatên ku 3 roj in didomin tenê çend kes hatin dîtin. Artêş jî tevlî xebatên rizgarkirinê bû.
Hezaz 29’ê Cotmehê rû dabû. Rayedaran diyar kirin ku guman heye hezazên nû rû bidin.