Li Spanyayê 3 Kurd serbest hatin berdan
Li Spanyayê 3 Kurd serbest hatin berdan
Li Spanyayê 3 Kurd serbest hatin berdan
Sê Kurdên ku di encama operasyona ku meha sibatê li Spanyayê li hemberî Kurdan pêk hat û di encamê de hatin binçavkirin û paşê hatin girtin, serbest hatin berdan.
Dewleta Spanyayê roja 12’ê sibatê, li dijî Kurdan operasyona bi navê Kapadokyayê bi beşdariya 400 polîsan li seranserê Spanyayê da destpêkirin. Hate diyarkirin ku operasyona bi hinceta “Ji bo PKK’ê bi darê zorê pere kom dikin” û di çarçoveya îfadeyên “şahidên veşartî de pêk hatin, konsolosên Tirk jî beşdar bûn. Di encamê de gelek Kurd hatibûn binçavkirin û ji vana esnafên Kurd Zekî Batur, Nîzamettîn Gul û Firat Gul hatibûn girtin.
Esnafên Kurd Kurd Zekî Batur, Nîzamettîn Gul û Firat Gul ku sucdariyên li hemberî xwe red kirin,û roja 12’ê îsanê ji aliyê dadgeha Spanî ve serbest hatin berdan.