Li sînor bi yek dengî stranên Kobanê hatin strîn
Li sînor bi yek dengî stranên Kobanê hatin strîn
Li sînor bi yek dengî stranên Kobanê hatin strîn
Bi sedan kesên li xeta sînor a Kobanê-Pirsûsê nobetê digirin, piştî ku zincîra mirovahiyê ava kirin bi yekdengî stranên Kobanê gotin û şervanên YPG-YPJ’ê silav kirin.
Berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê kete roja 47’emîn û nobetên li xeta sînor tên girtin jî bi çalakî û şahiyan berdewam dikin. Çalakiya zincîra mirovahiyê ku li sînorê Pirsûsê her roj bi rêk û pêk, pêk tê îro jî pêk hat. Gelê ku li sînor nobet digirtin saet di 10.30’an de li Mehserê û saet di 11.00’an jî li gudnê Miseynterê berê xwe dan Kobanê û zincîra mirovahiyê ava kirin.
Bi sedan kesî destê hev girtin û zincîr ava kirin. Gel bê navber dirûşmeyên "Bijî Berxwedana YPG/YPJ", "Biî berxwedana Kobanê" û "Bijî Serok Apo" berz kirin û xwestin dengê xwe bigihînin şervanên YPG-YPJ’ê. Welatiyan piştî zincîrê bi yek dengê stranên Kobanê striyan.